Dîplomatê Amerîkî: Fransa Kurdistaneke bihêz dixwaze

Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Iraqê Zalmay Xelîlzad li ser vexwendina Barzanî bo Koşka Elyseeyê ragihand ku Fransa piştgiriya xwe ya Kurdistaneke bihêz dike.

3 Berfanbar 2017 - 03:33
3 Berfanbar 2017 - 03:33
 0
Dîplomatê Amerîkî: Fransa Kurdistaneke bihêz dixwaze

Dîplomatê Amerîkî ku balyozê berê yê Iraqê bû û beriya wê jî li Afganistanê balyozê Amerîkayê bû li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa vexwendina heyeta Kurdistanê bo Koşka Elyseeyê kir û ev serdan weke "pêngaveke giring" bi nav kir.

Zalmay Xealîlzad di peyama xwe de got: "Fransa bi vexwendina xwe ya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Koşka Elyseeyê, pêşengiya xwe ya piştgirîdana Kurdistaneke bihêz îsbat kir. Ev pêngaveke giring e û dibe ku ji bo danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê hêsankariyê bike."

Duhî Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Koşka Elyseeyê pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kir û herdû alî tekezî li ser çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.

Ev nûçe bi tevahî 1108 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:02:23