Gorek komî ya Êzidiyan hat dîtin
Li bakûrê Şingal gorek komî ya Êzidiyan hat dîtin.

Qaymeqamê qezaya Şingalê Mehme Xelîl ragehand ku, heta niha wezareta saxlemiya navendî ti gav bo vekirina wan gorên bi kom neavêtine û ne jî tîmên pispor ne çandine Şingalê û ev gora bokim ya ku, hatiye dîtin termê nêzîkî 45 kesan tê de heye û hemû qûrbanî jî kurdên êzdî ne.
Herwiha Qaymeqamê qezaya Şingalê Mehme Xelîl piştrast kirk u, ji destpêka hatina çekdarên DAIŞêê heta niha 2 hezar kurdên êzdî hatine kuştin, 200 hezar penaber bûne û mezintirîn tawan jî 38 gorên bikom in ku, li sînorê qezaya Şingalê hatine dîtin.
Nûvekirina herî dawî: 17:30:18