Dîplomatê Amerîkî: Herikîna nefta Kerkûk wê berdevambe

Dîplomatê amerîkî û endamê Lijneya Rêvebiriya Şirketa Petrol a Turcasê Matthew Bryza ragihand ku wê petrola Kerkûkê dîsa li ser rêya Tirkiyeyê bigihîje bazarên cihanê.

10 Cotmeh 2017 - 04:40
10 Cotmeh 2017 - 04:40
 0
Dîplomatê Amerîkî: Herikîna nefta Kerkûk wê berdevambe

Balyozê Amerîka yê li Azerbeycanê yê berê û endamê Lijneya Rêvebiriya Şirketa Petrol a Turcasê Matthew Bryza ragihand ku dawiya dawî wê petrola Kerkûkê dîsa li ser rêya Tirkiyeyê bigihîje bazarên cihanê.

Matthew Bryza di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî nêrîna min pirsgirêka di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de wê di dawiyê de xilas bibe û Herêma Kurdistanê dê bi ser Tirkiyeyê re hinardekirina çavkaniyên vejenê yên li Kerkûkê bidomîne. Ev divê bibe. Niha mijara herî girîng ev e ku em ê kengî vê krîzê derbas bikin."

Bryza di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li cihanê rojane derdora 100 milyon bermîl petrol tê bikaranîn û ji sedî 1ê vê petrolê ya Herêma Kurdistanê ye."

Ev nûçe bi tevahî 1316 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:29:34