Dîplomatê YNK'yî ji karê xwe îstîfa kir

Nûneriya Swêd ya Hikûmeta Herêma Kurdistan Şoreş Xidir Rahîm ku YNK'yî ye jiber sedemên bûyerên ku li Kerkûkê qewimîne îstîfaya xwe ragihand.

19 Cotmeh 2017 - 04:16
19 Cotmeh 2017 - 04:16
 0
Dîplomatê YNK'yî ji karê xwe îstîfa kir

Çarşemê nûnerê hikumeta Herêma Kurdistanê li Siwêd Şoreş Xidir Rehîm di nameyekê de li ser rûpela xwe ya taybet Facebookê belav kir ku, bi rêya fermangeha pêwendiyên derve biryara dest ji karkişandina xwe weke nûnerê hikumeta herêma Kurdistanê li ser pişka YNK ragehandiye.

Herwiha wî berpirsê YNK da zanîn ku, biryara wî derencamên rewşa herêma Kurdistanê bû taybet rewşa bajarê wî Kerkûk û derdora wê.

Li gor zanyariyên BasNewsê ew berpirsê YNK ji wê rêkeftina basekekî partiya wî ligel Heşda Şeibî û artêşa pasdarên Îranê derbarê radestkirina Kerkûkê dilgiran bû, lewma ew biryar stand.

Ev nûçe bi tevahî 1408 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:50:30