Li Xaneqîn Serhildana xurtên Kurdan!

Jiber serîhaildana gelê Xaneqîn milîsên Heşdî Şabî bi tirsonekî vekişiyan.

19 Cotmeh 2017 - 04:05
19 Cotmeh 2017 - 04:05
 0
Li Xaneqîn Serhildana xurtên Kurdan!

Şeva borî li Kerkûk, Xaneqîn û hinek deverên din yên Kurdistanî bi sedan kes li dijî zilm û zora çeteyên Heşda Şebî û pasdarên Îranê rabûn serhildanê.

Xortên kurd alaya Iraqê anîn xwar û alaya Kurdistanê li gelek taxên wan bajaran daliqandin û berdan çeteyên Heşda Şeibî.

Bi sedan xwebexş li Kerkûk, Dûzxurmatû, Xaneqîn û wan deverên ku bi alîkariya beşek ji rayedarên YNKê ketin destê çeteyên Heşda Şeibî û pasdarên Îranê, amade ne êrişî wan çeteyan bikin û destê wan yê gemar li ser ala û xaka Kurdistanê rakin.

Ev nûçe bi tevahî 1567 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:08:20