Dr. Adil Baxewan: Tunebûna dewleta Kurdî bi kêşeyên navxweyî ve girêdayî nîne
Rêveberê Navenda Fransî ya Lêkolînên li ser Iraqê Dr. Adil Baxewan dibêje, tê gotin ku tunebûna dewleta Kurdî ji ber tunebûna yekbûnê ye û diyar dike ku ev nêrîn şaş e.

Dr. Adil Baxewan îro şemiyê di dîdara “Pirsa Kurd li Rojhilata Navîn” de ku li bajarê Hewlêrê hat lidarxistin, diyar kir: “Rast e, faktorên navxweyî rola wan girîng e, lê belê tiştê di pileya yekem de wisa kiriye ku dewlet li Herêma Kurdistanê û li cihên din ên Kurdistanê dirust nebe, pêwendiya wê bi navxweyî ve nebûye.”
Baxewan destnîşan kir: “Herêma Kurdistanê ku niha heye, ji ber wê yekê nîne ku em yek bûn, ji ber wê ye ku îradeyeke navdewletî heye ku Herêma Kurdistaneke bihêz di nav dewleteke yekgirtî ya Iraqê de dixwaze.”
Herwiha diiyar kir: “Sîstema siyasî ya li Iraqê di kolaneke bi temamî hatiye girtin de ye û divê em hemû bi hev re bifikirin û çareser bikin. Eger dest jê berdin, dibe ku bibe gola xwînê, loma dema wê yekê hatiye ku xelkê Iraqê hemû çareseriyekê qebûl bikin, tenê kuştin û xwînrijandin nebe.”
Dr. Adil Baxewan dibêje: “Ji sala 2003 heta 2019an yek regez hebû ji bo mayîna Iraqê, ew jî îdareya hevbeş a Amerîka û Îranê bû, lê piştî 2019an, ew hevbeşî bi dawî bû, ji wê demê ve jî heta niha li Iraqê tiştekî me yê bi navê dewletê tune ye.”
Nûvekirina herî dawî: 13:32:04