Dronek li Kerkûkê kete xwarê

Li ser rêya sereke ya Kerkûk û Hewlêrê li nêzîkî gundê Sê Kaniyan dronek li ser banê malekê ket xwarê.

30 Çile 2023 - 04:31
30 Çile 2023 - 04:31
 0
Dronek li Kerkûkê kete xwarê

Jêderekî ji Polîsa Kerkûkê ragihand, şeva borî dronek li ser banê malekê li nêzîkî gundê Sê Kaniyan ket xwarê, lê ti ziyan ji encama ketinê çênebûne.

Wî jêderî got jî, heta niha cihê firoke jê hatiye û armnca wê ne diyar e û lêkolînên polîsan dest pê kirine.

Diyar kir jî, ev dron ji cureya VK ye ku ji bo mebestên sîxuriyê tê bikar anîn û hin caran ji bo armancên taybetî, bombekirî jî dibe.

Ev nûçe bi tevahî 1109 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:13:04