Droneke Tirkiyê otomobîlek li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Droneke artêşa Tirkiyê beriya kêliyekê otomobîlek li nêzîk bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

11 Cotmeh 2022 - 09:28
11 Cotmeh 2022 - 09:28
 0
Droneke Tirkiyê otomobîlek li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir

Li gor agahiyên destpêkê, otomobîl ber bi bajarokê Til Temir ve di rê de bûye ku ji aliyê droneke artêşa Tirkiyê ve hatiye armanckirin.

Derbarê êrîşê de hêj ti agahiyên din nehatine bidestxistin, lê medyaya nêzîkî HSDê êrîş piştrast kiriye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser derbarê êrîşa îro de hêj ti daxuyanî dane.

Ev nûçe bi tevahî 649 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:30:22