Droneke Tirkiyê xaleke leşkerî ya HSDê bombebaran dike

Droneke artêşa Tirkiyeyê xaleke leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gundewarê Hesekê kire armanc.

4 Cotmeh 2023 - 10:51
4 Cotmeh 2023 - 10:51
 0
Droneke Tirkiyê xaleke leşkerî ya HSDê bombebaran dike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro Çarşemê ragihand, droneke a Tirkiyeyê xaleke leşkerî ya HSD li bajarokê Sefiya li gundewarê Hesekê kir armanc.

Amaje bi wê kir, cihê hatiye bombebarankirin, kargeheke çêkirina qermîdan bû û niha ji aliyê HSDê ve weke baregeheke leşkerî tê bikaranîn.

Ji aliyê xwe ve, medyaya ser bi Rêveberiya Xweser belav kir, droneke Tirkiyeyê 3 caran kargeha qermîdan a li bajarokê Sefiyayê bombebaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Da zanîn jî, ji ber ku ew dron li asmanê deverê digere, ambulans nikarin xwe bigihînin birîndaran û wan veguhêzin.

Ev nûçe bi tevahî 681 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:35:29