Ebadî û nûnerê Barzanî wê bi hevre ligel Trump bicivin

Hate zanîn, ku dê di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ji bo Washingtonê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de be.

15 Adar 2017 - 09:43
15 Adar 2017 - 09:43
 0
Ebadî û nûnerê Barzanî wê bi hevre ligel Trump bicivin

Di serdana dawî ya Hewlêrê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 7ê Adara 2017ê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û pêşniyar kiribû, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di serdana Amerîkayê de pê re be.

Li gorî zanyariyên li ser Rûdawê hatine belavkirin, Mesûd Barzanî jî bi erênî bersiv daye vê pêşniyarê û razî bûye, ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de be.

Biryare roja 20ê Adarê Heyder Ebadî bi serokatiya şandekê bigihe Washingtonê û ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinekê bike.

Roja 22ê Adarê jî dê li Amerîkayê civîna welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bê sazkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1351 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:09:15