Ehmed Şer çalakvanek kir Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer çalakvanekî mafên mirovan wekî Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir.

Îbrahîm Ebdulmelîk Ulebî wekî Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî hat destnîşankirin.
Îbrahîm Ebdulmelîk Ulebî li Riyada paytexta Erebistana Siûdî ji dayîk bûye û parêzer û çalakvanekî navdar ê mafên mirovan e.
Ew xwediyê bawernameya lîsans û masterê ya yasayê ya ji Zanîngeha Manchesterê ya Brîtanyayê ye.
Ulebî di gelek postan de şêwirmendî kiriye ku di nava wan de Ofîsa Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Sendîkaya Parêzeran a Navneteweyî jî hene.
Her wiha endamê payebilind ê Komîteya Birêvebir a Encûmena Sûriye-Brîtanyayê bûye.
Ulebî di dema şerê navxwe yê Sûriyeyê de li Sûriyeyê jî xebitiye.
Ew welatiyê Brîtanya û Almanyayê ye.
Nûvekirina herî dawî: 12:22:03