Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Konsula nû ya Amerîkayê ya Hewlêrê da zanîn, ew bi kelecan li benda du salên bê yên jiyana xwe ya dîplomatîk a li Herêma Kurdistanê ye.

Her wiha amaje pê kir ku lêkirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê nêzîkî qedandinê ye.
Konsula nû ya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê Wendy Greenê di peyameke vîdeoyî de destpêkirina karê xwe û armancên xwe yên di erka xwe ya nû de li ser torên civakî belav kir.
Wendy Greenê li ser xwe got:
“Ez bi eslê xwe ji eyaleta Teksasê me lê ez li gelek cihên cuda yên cîhanê mezin bûm û niha mal, zevî û ajelên min li bakurê eyaleta Arkansasê ne.
Ez bi kêfxweşî li benda serdana hemû herêmên Herêma Kurdistanê, dîtina xelkê wê û naskirina dîroka we ya dewlemend im.”
Konsula nû ya Amerîkayê ya Hewlêrê behsa jiyana xwe ya dîplomatîk kir û diyar kir ku di dema karê xwe yê dîplomatîk de ku nêzîkî 25 salan e derfet ji wê re çêbûye ku li gelek cihên cîhanê bijî.
Konsula nû ya Amerîkayê ya Herêma Kurdistanê Wendy Greenê anî ziman:
“Ez şanazî karên xwe yên di warê ewlehiyê û avakirina aştiyê de dikim ku li wan jîngehên şer tê de bûye an jî piştî şer ava bûne.
Her wiha ez şanaziyê bi karên xwe yên di warê bazirganiyê û avakirina pirên pêwendî û baweriyê yên li gel Amerîkayê dikim ji bo ku em karibin ji bo her du welatan jî xweşguzeraniyê pêk bînin û şêwazên nûjen ji bo baştirkirina rola civakên xwe bi kar bînin.”
Greenê li ser armancên xwe yên di erka xwe ya nû de da zanîn:
“Ez bi kêfxweşî li benda derbaskirina du salên xwe yên li Herêma Kurdistanê û xebata ji bo avakirina zêdetir li ser hevbeşiya Amerîkî û Kurdî me.
Ez bi kelecan li benda hevbeşiya li gel we me ji bo kûrkirina pêwendiyên me yên di warê ewlehî, aborî, perwerde û çandê de.
Em dikarin bi hev re di xurtkirina Herêma Kurdistanê de ji bo berjewendiya gelên xwe bibin alîkar.”
Wendy Greenê peyam li nav avahiya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê tomar kir û derbarê avahiyê ku wekî konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê ya li cîhanê tê zanîn got:
“Ez bi kêfxweşî li benda vekirina Konsulxaneya Giştî ya nû ya Amerîkayê li vir li Hewlêrê me ku gelekî nêzîkî temambûnê ye.
Konsulxaneya nû ne tenê avahiyek e, şahidiyeke bihêz a hevbeşiya me ye û nîşana girîngiya pêwendiya Amerîkayê ya bi Herêma Kurdistanê re ye.”
Wendy Green li nûnertiyên Amerîkayê di gelek erkan de xebitiye ku di nav wan de Îmarata Erebî, Holenda, Etiyopya û Afrîkaya Başûr jî hene.
Nûvekirina herî dawî: 12:22:03