Ehmed Şer: Em Sûriyeyeke nû ava dikin û dê hesab ji xwînrêjan were pirsîn

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, di Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got, “Em Sûriyeyeke nû ava dikin û dê hesab ji xwînrêjan were pirsîn.”

25 Îlon 2025 - 10:39
25 Îlon 2025 - 10:39
 0
Ehmed Şer: Em Sûriyeyeke nû ava dikin û dê hesab ji xwînrêjan were pirsîn

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di Civîna 80yemîn a Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî.

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer diyar kir ku ew tevî qurbaniyan jî bi ser ketine û da zanîn ku ew 60 salan di bin desthilateke zordest de jiyane.

Ehmed Şer da zanîn ku ew ji ber piştgiriya wan spasiya Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeterê dikin.

Şer diyar kir ku rejîma berê şkence dikir û Sûriye parçe dikir û bal kişand ser wê yekê ku wê rejîmê milyonek mirov kuştine.

Serokkomarê Sûriyeyê anî ziman ku ew neçar mane rejîmê birûxînin û got:

"Tevî qurbaniyên xwe em bi ser ketin.

Ji bo paşeroja zarokên xwe em bi ser ketin.

Ji bo vegera penaberan em bi ser ketin.

Ji bo rêlibergirtina qaçaxçitiya madeyên hişbir em bi ser ketin.”

Ehmed Şer da zanîn ku li dijî wan çekên kîmyewî hatine bikaranîn û anî ziman:

“Ez vê garantiyê didim we, em dê çi ji destê me bê bikin da ku her kesê xwîn rijandiye li pêşberî yasayê hesab bide.”

Şer derbarê Îsraîlê jî da zanîn ku Îsraîlê êriş pêk anîne lê Sûriye ji diyalogê re vekirî ye.

Serokkomarê Sûriyeyê anî ziman ku wan mijarên wekî bipeşxistina aboriyê xistiye rojeva xwe û di saziyên sivîl û leşkerî de reform kiriye û got, "Sûriye îro xwe ji nû ve ava dike."

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:50:07