Li Wanê êrişa bi çekê: Dayîk û 2 kurên xwe hatin kuştin

Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di êrişeke bi çekê de dayîk û 2 kurên xwe hatin kuştin.

25 Îlon 2025 - 10:36
25 Îlon 2025 - 10:36
 0
Li Wanê êrişa bi çekê: Dayîk û 2 kurên xwe hatin kuştin

Li gundê Qesrikê yê navçeya Payîzavayê doh êvarê bi çekan êrişî malbatekê hat kirin.

Di êrişê de Bulbul Ozcana 70 salî û kurên wê Sînan (50) û Osman Ozcan (45) hatin kuştin.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn gund.

Hêzên ewlehiyê li gund tendbirên ewlehiyê wergirtin.

Her wiha li ser bûyerê 4 kes jî hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku di navbera malbatan de dijminantî hebûye.

 

Ev nûçe bi tevahî 41 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:55:03