Ehmed Şer: Sîstema hilbijartinan a demkî ya Encûmena Gel berjewendiyên Sûriyeyê nîşan dide

Serokê Demkî yê Sûriyeyê fermana pejirandina sîstema hilbijartinan a demkî ya Encûmena Gel derxist, ku ji zêdetirî 50 madeyan pêk tê.

21 Tebax 2025 - 10:43
21 Tebax 2025 - 10:43
 0
Ehmed Şer: Sîstema hilbijartinan a demkî ya Encûmena Gel berjewendiyên Sûriyeyê nîşan dide

Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer doh (Çarşem, 20ê Tebaxa 2025ê) fermana hejmar 143 ya sala 2025ê derxist, û tê de pejirandina sîstema hilbijartinan a demkî ya Encûmena Gel ragihand.

Ehmed Şera di wê fermanê de gotiye, "Ev sîstem, ku ji 53 madeyan pêk hatiye, li gorî destûra welat û berjewendiyên bilind ên gelê Sûriyeyê ye."

Li gorî vê sîstemê, çi kesekê ku paşxaneya wî bi rejîma Esed re heye nikare ji bo hilbijartinên giştî xwe berbijar bike, û nabe çi tomet û cezayên qanûnî li ser berbijaran hebin, ji bilî ku bi sûcên siyasî û ewlehiyê hatibûbin cezakirin.

Herwesa di xala duyê ya vê sîstemê de jî amaje hatiye dan ku, hejmara endamên Encûmena Gel dê 210 kes be û kursiyên parêzgehan jî dê li gorî belavkirina şêniyan bin, da ku her bazineyeke hilbijartinan kursiyek an jî çend kursî hebin.

 

Ev nûçe bi tevahî 9 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:49:04