Dayikên Şemiyê ji Komîsyonê re: Aştî bi dadwerî û aşkerekirina rastiyan pêkan e

Komîsyona Pêvajoya Aştiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, di civîna xwe ya pêncemîn de, guh da nûnerên Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û rêxistinên mafên mirovan. Di civînê de, malbatên windayan bi awayekî zelal daxwazên xwe yên ji bo pêçandina birînan û pêkanîna aştiyeke mayînde ku bingeha wê dadwerî be, anîn ziman.

21 Tebax 2025 - 10:45
21 Tebax 2025 - 10:45
 0
Dayikên Şemiyê ji Komîsyonê re: Aştî bi dadwerî û aşkerekirina rastiyan pêkan e

Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê, ku ji sala 1995an ve li çarenivîsa windayan dipirsin, kêfxweşiya xwe ji bo damezrandina komîsyonê nîşan dan, lê di heman demê de daxwaza avêtina gavên berbiçav kirin.

"Sî sal in em li pey wê Torosa Spî ne"

Besna Tosun, keça Fehmî Tosun ku 30 sal berê hate revandin û çarenivîsa wî hîna jî nediyar e, bi çîroka xwe bal kişand ser êşa malbatan û got:

"Di 19ê Cotmeha 1995an de, sê polîsên sivîl, bi otomobîleke Toros a spî, bavê min Fehmî Tosun li ber deriyê mala me revandin. Tevî şêniyên taxê em hemû ketin pey Torosa spî, lê em negihîştinê. Sî sal in em wek malbat li pey wê otomobîlê ne. Ti saziyeke dewletê binçavkirina fermî ya bavê min qebûl nekir. Hemû rêyên dadweriyê li ber me hatin girtin.”

Daxwazên Sereke yên Malbatên Windayan

Besna Tosun, daxwazên Dayikên Şemiyê û malbatên windayan wiha rêz kirin:

- Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ya Tirkiyeyê bên cîbicîkirin.

- Bila di bin sîwana Komîsyona Pêvajoya Aştiyê de, "Komîsyoneke Lêkolîna Rastiyan" were damezrandin.

- Divê dewlet berpirsiyariya xwe ya li hemberî tawanên revandin û windakirinê qebûl bike.

- Çarenivîsa kesên hatine windakirin eşkere bibe û termên wan radestî malbatan werin kirin.

- Divê dewlet berpirs û kiryarên revandin û kuştinan neparêze û wan derxe pêşberî dadgehê.

- Divê revandin û windakirinên di bin çavan de wek tawanên li dijî mirovahiyê werin qebûlkirin.

- Divê Tirkiye Peymana Parastina Kesên bi Zorê Hatine Revandin a Neteweyên Yekbûyî îmze bike û cîbicî bike.

- Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Aştî gotina rastiyan, cîbicîkirina dadperwerî û bihîstina dengê qurbaniyan e.

Komîsyon dê xebatên xwe bidomîne

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand, Komîsyon dê xebatên xwe bidomîne. Li gor daxuyaniyê, komîsyon dê roja Çarşemê, 27ê Tebaxê, saet di 11:00an de bi serokatiya Numan Kurtulmuş careke din bicive. 

Ji bo civînê, serokên berê yên Parlamentoyê hatine vexwendin da ku nêrînên wan li ser pêvajoyê werin girtin. Herwiha, ji bo civîna heftemîn a roja Pêncşemê, 28ê Tebaxê, Rêveberiya Yekîtiya Sendîkayên Parêzerên Tirkiyeyê hatiye vexwendin.

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:49:18