Em girtina Birêz Bayram Bozyel Protesto Dikin

Em girtina Birêz Bayram Bozyel protesto dikin. Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.

15 Mijdar 2021 - 13:01
15 Mijdar 2021 - 13:01
 0
Em girtina Birêz Bayram Bozyel Protesto Dikin

Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Birêz Bayram Bozyel, ji ber daxuyanîyên di derbarê Helebçeyê, Bibîranîna Şêx Seîd, daxuyanî û çalakîyên Platforma Zimanê Kurdî, hinek nivîsên Kovara Dengê û ji ber xebat û daxuyanîyên li ser navê partîya xwe, bi biryara Mehkemeya Diyarbekirê, roja 15.11.2021ê, bi îthama bêbingeh a ku xwedê giravî Birêz Bayram Bozyel ‘’endamê rêxistina terorê ye’’ hatîye girtin.

Girtina Birêz Bayram Bozyel, nîşana binpê kirina mafê azadîya fikrî û azadîya xebata rêxistinî ye, nîşana dijayetîya mafên meşrû yên miletê kurd û gelê Kurdistanê ye.

Em girtina Birêz Bayram Bozyel protesto dikin. Birêz Bayram Bozyel divê demildest serbest bê berdan.

15.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Ev nûçe bi tevahî 774 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:58:02