Encamên hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê hatin eşkerekirin
Encamên hilbijartinên Meclisa Gel ên ku li 11 parêzgehên Sûriyeyê hatibûn lidarxistin, hatin eşkerekirin.

Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinê Newar Necme, di civîneke çapemeniyê de li Şama paytexta Sûriyeyê ragihand ku 119 parlamenter hatine hilbijartin.
Hat diyarkirin ku hilbijartinên li Reqa, Hisîça û Siwêdayê dê piştî çareseriyeke siyasî bên kirin.
Berdevkê Komîteya Bilind a Hilbijartinê Newar Necme, li avahiya Meclisa Gel a li Şamê encamên hilbijartinê bi raya giştî re parve kirin.
Newar Necme diyar kir ku di encama hilbijartinê de 119 parlamenter hatine hilbijartin û da zanîn ku divê hejmara giştî ya parlamenteran 140 be
Wî herwiha got ku 21 kursiyên mayî dê piştî ku li Reqa, Hisîça û Siwêdayê çareseriyeke siyasî pêk were, bi hilbijartinan bên dagirtin.
6 jin û 2 Xiristiyan hatin hilbijartin
Newar Necme anî ziman ku di nav parlamenterên hatine hilbijartin de 6 jin û 2 parlamenterên Xiristiyan hene.
Wî herwiha destnîşan kir ku kontenjana Sêyeka ku dê ji aliyê Ehmed Şer ve bê tayînkirin, dê ji heyeta hilbijêran serbixwe be.
Newar Necme ragihand ku Komîteya Bilind a Hilbijartinê dê sibe bicive da ku plansaziyên derbarê awayê lidarxistina hilbijartinên li Hisîca, Reqa û Siwêdayê gotûbêj bike.
Li gorî encamên hilbijartinê, ji Helebê 30, ji Şamê 10, ji Gundewarê Şamê 12, ji Humsê 12, ji Hamayê 12, ji Laziqiyê 10, ji Tertûsê 2, ji Dêrezorê 10, ji Îdlibê 12, ji Derayê 6 û ji Quneytrayê jî 3 parlamenter mafê ketina Meclisa Gel bi dest xist.
"Ya girîng hilbijartina kesên jêhatî ye"
Ji aliyê din ve, Serokê Komîteya Bilind a Hilbijartinê Mihemed Taha el-Ehmed di civîna çapemeniyê ya derbarê hilbijartinên Meclisa Gel ragihand ku 119 namzedên Sûriyeyî wekî parlamenter ji sindoqan derketine.
Mihemed Taha el-Ehmed di nirxandina xwe de got, “Ji bo me ya girîng ne kota û parvekirin in lê hilbijartina kesên jêhatî ye ku karibin ji bo welat bixebitin û beşdarî pêvajoya jinûveavakirinê bibin.”
Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinê Îmad Bark jî da zanîn ku 70 parlamenterên ku dê ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve bên tayînkirin, dê di nava vê hefteyê de bên diyarkirin û tê çaverêkirin ku rûniştina yekem a Meclisa Gel di dawiya mehê de pêk were.
Nûvekirina herî dawî: 11:56:07