Li Helebê agirbest hat ragihandin

Çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku şandeyên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser ragihandina agirbestê li hev kiriye.

7 Cotmeh 2025 - 09:47
7 Cotmeh 2025 - 09:47
 0
Li Helebê agirbest hat ragihandin

 Çavkaniyeke ewlehiyê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku şandeyên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser ragihandina agirbestê li hev kiriye.

Li gorî wê çavkaniyê çavkaniyê, piştî fermana Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo rawestandina şer dan û standin hatine kirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji ber dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, hevserokên encumena taxan û berpirsên asayîşa Rêveberiya Xweser nikarîbû beşdarî civînê bibin.

Gera yekem a dan û standinan serê vê sibehê bi dawî bûye û dê diyalog îro berdewam bike.

Taxên Kurdan ên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiye) di bin dorpêça çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê de ne.

Şeva borî şêniyên her du taxan li dijî vê dorpêçê daketin qadan û rastî êrişa çekdaran hatin.

Heta derengê şevê di navbera çekdarên girêdayî Şamê û hêzên Kurdan ên li her du taxan de şer û pevçûn çêbûn.

 

Ev nûçe bi tevahî 25 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:54:00