Encûmena Kerkûkê ji bo referandûmê dicive

Encûmena Bajêr a Kerkûkê ji bo biryara parlamena Iraqê ya ser daxistina ala Kurdistanê û di referandûma serxwebûnê de beşdarkirina Kerkûkê bo Herêma Kurdistanê îro dicive.

4 Avrêl 2017 - 03:46
4 Avrêl 2017 - 03:46
 0
Encûmena Kerkûkê ji bo referandûmê dicive

Endamê Encûmena Bajêr a Kerkûkê Almas Fazil ragihand ku dê 4ê Nîsanê Encûmena Kerkûkê li ser beşdarîkina Kerkûkê di referandûma serxwebûnê de bicive.

Fazil da zanîn, ‘Daxwaza referandûmê bo Kerkûkê daxwazeke li gor yasayan e. Xistina nav prosesa referandûmê ya Kerkûkê ji bo ku ji statuya nakok derkeve û çareserî çêbibe ye.'

Ev nûçe bi tevahî 1247 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:04:58