Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara referandûmê girt

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryar da ji bo diyarkirina çarenivîsa parêzgehê giştpirsî were kirin.

4 Avrêl 2017 - 05:15
4 Avrêl 2017 - 05:15
 0
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê biryara referandûmê girt

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro ji bo referandûma yekalîkirina çarenivîs a Kerkûkê û biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo daxistina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê li hev civiya.

Encûmenê di civînê de biryara Parlamentoya Iraqê ya ji bo daxistina Ala Kurdistanê ya li Kerkûkê red kir.

Ji aliyê din ve Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser madeya 140an û refarandûma yekalîkirina çarenivîsê ya Kerkûkê ango di referandûma serxwebûnê de beşdarkirina Kerkûkê bo Herêma Kurdistan jî biryara referandûmê da.

Ev nûçe bi tevahî 1135 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:23:14