Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê çend mijaran gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 21ê Hezîrana 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

21 Hezîran 2023 - 07:03
21 Hezîran 2023 - 07:03
 0
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê çend mijaran gotûbêj dike

Li daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyariyan, Mijara yekem a civînê dê pêşkêşkirina dawî pêşhatên derbarê pesendkirina yasaya bûdceya Iraqê û encamên wê li ser Herêma Kurdistanê be.

Di mijara duyemîn de jî, dê reşnivîsên wan projeyasa û peyrewên ku heta niha dengdana dawî li ser nehatine kirin, bên gotûbêjkirin.

Mijara sêyem jî dê taybet be bi babeta aktîvkirina Komîta Cîbicîkirina Madeya 140 li Encûmena Wezîrên Iraqê.

Di mijara çarem û dawî de jî, babeta nexweşiya taya xwînberbûnê û tedbîrên xweparêziyê ji aliyê her du Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê û Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve werin pêşkêşkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1081 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:35:51