Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend pirsan dicive

Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 7ê Mijdara 2022an bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive.

7 Berfanbar 2022 - 04:27
7 Berfanbar 2022 - 04:27
 0
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend pirsan dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive û çend mijarên giring gotûbêj dike.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, beşa yekem a civînê dê ji bo pêşkêşkirina encamên serdan û hevdîtinên şanda danûstandkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Hikûmeta Federal were terxankirin.

Beşa duyem a civînê dê ji bo pêşkêşkirina pirsa navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê be.

Di beşa sêyem de, têbîniyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê li ser projeyayasaya Wezareta Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Federalî tên pêşkêşkirin ku berûvajî destûra Iraqê hatiye amadekirin.

Ev nûçe bi tevahî 593 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:32:20