Encûmena Wezîran astengiyên li pêş amadekirina projeyasaya bûdceyê gotûbêj bike
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê îro bicive û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û projeyasaya bûdceyê gotûbêj bike.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive û biryara berê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser nexşerêya pêwendiyên nû yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dişopîne.
Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 9ê Mijdara 2022an bi serokatiya Mesrûr Barzanî dicive.
Civîn ji du beşan pêk tê:
Beşa Yekem: Şopandina biryara berê ya Encûmena Wezîran ya derbarê nexşerêya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo peywendiyên nû yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ji piştî pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal û mekanîzma çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de di çarçoveyê destûrê de.
Beşa Duyem: Pêşkêşkirina astengiyên li pêşiya amadekirina projeyasaya bûdceya Herêma Kurdistanê.
Nûvekirina herî dawî: 14:24:45