Encûmena Wezîran çend babetên giring gotûbêj dike

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 12ê Nîsana 2023an bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û hejmarek babet gotûbêj dike.

12 Avrêl 2023 - 05:48
12 Avrêl 2023 - 05:48
 0
Encûmena Wezîran çend babetên giring gotûbêj dike

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di xala yekem a civînê de pirsa parastina welatiyan û saziyên xizmetguzariyê yên hikûmetê bi rêya dûrgirtina Herêma Kurdistanê ji rakêşana pirsgirêkên herêmî û derve bo nav Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin.

Xala duyem a civînê taybet dibe ji bo babeta peydakirina derman û pêdiviyên bijîşkî, ji bo diyarkirina pirsgirêk û çareseriyan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di xala sêyem a civînê de dê babeta siyaseta parastina zarokan li Herêma Kurdistanê were pêşkêşkirin.

Ev nûçe bi tevahî 581 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:06:59