ENKS: Divê êrîşa li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê demildest were rawestandin

Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li ser şerê dijwar û topbarana li ser taxên Kurdnişîn ên Helebê 'hişyariya karesatê' da. ENKSê da zanîn ku valakirina taxan û ragihandina 'herêma leşkerî' nîşaneke metirsîdar e ku dê bibe sedema qurbaniyên mezin û koçberiyeke komî; lewma divê civaka navneteweyî ji bo parastina sivîlan demildest bikeve tevgerê.

8 Çile 2026 - 11:02
8 Çile 2026 - 11:02
 0
ENKS: Divê êrîşa li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê demildest were rawestandin

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniya xwe de dilgiraniya xwe ya kûr li ser şerê ku li her du taxên Kurdnişîn (Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê) diqewime, nîşan da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber topbarana giran û şerê di nava taxan de, gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gorî agahiyên di wê daxuyaniyê de, ji ber berdewamiya şer a ji roja Sêşemê ve, bi hezaran malbat ji her du taxan û taxên cîran koçber bûne. ENKSê bal kişand ser wê yekê jî ku ev rewş metirsiyeke mezin li ser ewlehî û jiyana bi deh hezaran sivîlên ku li wir dijîn çê dike.

ENKSê biryara Artêşa Sûriyeyê ya ku her du tax wek "herêmên leşkerî" pênase kirine û daxwaza valakirina wan ji sivîlan kiriye, wek "nîşaneke metirsîdar" bi nav kir. ENKSê hişyarî da ku ev yek dibe sedema zêdebûna qurbaniyên sivîl û bandoreke xirab li seranserê herêmên din ên Sûriyeyê bike.

ENKSê di daxuyaniya xwe de bang li hemû aliyên şer kir ku operasyonên leşkerî tavilê werin rawestandin, dorpêça li ser her du taxan were rakirin da ku alîkariyên mirovî û bijîşkî bigihin birîndaran. Herwiha tekez kir ku divê li şûna şer zimanê diyalogê bibe bingeh, taxên sivîlan nebin qada pevçûnan û jiyana sivîlan bi her awayî ji nakokiyên leşkerî were dûrxistin."

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê tekez kir ku, divê rêveberiya Sûriyeyê dest bi pêvajoyeke siyasî ya berfireh bike. ENKSê daxwaz kir ku mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û di serî de mafên gelê Kurd di destûrê de werin parastin da ku aştiyeke mayînde û aramî li welat pêk were.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêviya başbûnê ji bo birîndaran xwast.

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:42:32