Bafil Talebanî li ser êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê peyamek da

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê peyamek belav kir û dilgiraniya xwe anî ziman.

8 Çile 2026 - 11:04
8 Çile 2026 - 11:04
 0
Bafil Talebanî li ser êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê peyamek da

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bûyerên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji nêzîk ve û bi dilgiranî dişopîne û got:

"Ez bi dilgiraniyeke kûr li bûyerên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê dinêrim.

Di vê dema dijwar û zehmet de dilê min li gel gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye."

Talebanî tekez kir ku ew alîgirê çareseriya bê tundî ye û wiha axivî:

"Ez piştgiriyê didim hewldanên ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan."

Aloziya li Helebê roja Sêşemê piştî ku komên hikûmeta Şamê dest bi topbarana giran a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir, dest pê kir.

Li gorî amarên dawî yên Asayîşa taxên Kurdan ên li Helebê, di encama êrişên bi tank, top û dronan de herî kêm 7 sivîlan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûne.

Serok Mesûd Barzanî jî îro di peyamekê de hişyarî dabû ku "gefa paqijiya nijadî li dijî Kurdan heye" û bangî hikûmeta Sûriyeyê kiribû ku nakokiyên siyasî nekin nakokiyên neteweyî.

Fermandariya Giştî ya HSDyê red kiribû ku hêzên wan li bajêr hebin û ragihandibû ku hikûmeta Şamê ciwanên revandî wekî "mertalên zindî" bi kar tîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 59 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:27:00