ENKS: Divê herêma ewle bi çavdêriya navdewletî bihê avakirin

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Feysel Yûsif ragihand, du rêkeftinên agirbestê çê bûne, lê xelkê sivîl, pêkhateyên neteweyî û dînî î li Rojavayê Kurdistanê nayen parastin.

28 Mijdar 2019 - 03:04
28 Mijdar 2019 - 03:04
 0
ENKS: Divê herêma ewle bi çavdêriya navdewletî bihê avakirin

Endamê Desteya Serokatiyê ya ENKSê Fêsel Yûsif ji K24ê re ragihand, ew wek ENKSê dengê xwe digihînin civaka navdewletî û welatên sereke ên di Encûmena Asayişa Navdewletî endam, ta êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin rawestînin û çareseriyeke siyasî bi çavdêriya navdewletî dest pê bibe û herêmeke ewle bê avakirin û gel û herêmên Kurdî bên parastin.

Amaje bi wê jî kir, ji encama êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê tê kirin, bi hezaran kes koçber bûn û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.

Herwiha Feysel Yûsîf amaje bi her du rêkeftinên agirbestê kir û got: “Du rêkeftinên agirbestê çê bûne, çi rêkeftina Amerîkî – Tirkiyê û çi ya Rûsiyayê – Tirkiyê ku dibêjin ewê xelkê sivîl, pêkhateyên netewî û olî biparêzin, lê li ser erdê tiştekî din tê kirin. Li dawiyê berjewendiyên welatan tên parastin û pirsên gelan û xelkê sivîl di asta duyem de tê.

Herwiha derbarê helwesta opozîsyona Sûriyê da Yûsif diyar kir, ENKS bi rêkeftineke siyasî bo dabînkirina mafên kurdan beşek e ji opozîsyona Sûriyê ye, lê ENKS bi aşkere her êrîş yan destdirêjiyek li ser kurd ji Efrînê û ta Dêrikê hatiye, şermezar kiriye.

Li ser rola Rûsya li Rojavayê Kurdistanê, got: “Di demeke nêzîk de şandeke ENKSê bi Wezareta Derve ya Rûsyayê re dicive û dê dengê xwe bigihîne wê, bo piştevaniya li mafên kurd di Komîta Destûra Sûriyê de û alîkar bin bo êrîşa li ser erdê li ser meletê tên kirin rawestînin. “

Ev nûçe bi tevahî 1100 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:31:42