Hêzeke mezin a Amerîkayê li herêma Rojavayê bicih bû
Li gor zanyariyên ji çavkaniyekî taybet ve, 80 serbazên Artêşa Amerîkayê li binkeya leşkerî ya Rimêlanê li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin.
Çavkaniyekî taybet li Rojavayê Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawên re ragihand, roja Sêşemê karwaneke leşkerî ya Amerîkayê gihîşt binkeya leşkerî ya Rimêlanê ku dikeve sînorê parêzgeha Hesekê.
Heman çavkaniyê diyar kir, ew karwana leşkerî ya Amerîkayê ji 80 serbazan, tank, zirêpoş, otomobîlên leşkerî û amûr û pêwîstiyên locestîkî pêkdihat.
Li gor zanyariyan, ew karwana mezin a leşkerî ya Amerîkayê ji binkeya leşkerî ya Qesrikê ya li ser rêya M-4 û bakurê bajarê Til Temirê birêketibû û di jêr rêkarên tund ên ewlehiyê gihîşte binkeya Rimêlanê.
Êvara Sêşemê jî karwaneke din a hêzên Amerîkayê di Qamişlo re derbas bûbûn, û ber bi navçeyên rojavayê wî bajarî ve çûbûn.
Nûçegihana Rûdawê, Rengîn Şero derbarê çûna wê karwana hêzên Amerîkî bo Rimêlanê de, ragihand, piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji hin navçeyan, ew mezintrîn karwana leşkerî ya Amerîkayê ye ku vedigere Rojavayê Kurdistanê.
Roja 6ê Cotmeha îsal Koşka Spî biryara vekişandina hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê aşkere kiribû û piştî 3 rojan, di 9ê Cotmehê de Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve êrîşa xwe bo ser Rojavayê Kurdistanê destpê kirin.
Biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji aliyê gelek welatên cîhanê û bi taybet hevpeymanên navçeyî û ewropayê yên Amerîkayê ve rastî gelek rexneyan hat. Herwiha li navxweyê Amerîkayê, Pentagon û Kongrêsa Amerîkayê jî nerazîbûneke mezin nîşan dan û daxwaz ji Koşka Spî kirin, ku ji wê biryarê vegere.
Di bin wan fişaran de, rêveberiya Amerîkayê ragihand, ku ew dê navçe û bîrên petrolê yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê biparêzin û rê nadin ew navçe bikevin jêr kontrola ti aliyekî din.
Amerîkayê da xuyakirin, ku bi armanca parastina wan navçeyên petrolê ew dê 500 leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê bihêlin
Kaynak:
Nerina AzadEtîketan:
Nûvekirina herî dawî: 01:14:13
Nûçeyên Têkildar
Nûçeyên Navdar
Rûsya daxwaz ji YPGê kir: Hêzên xwe ji Helebê derxîne!
Berfanbar 29, 2016 0
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîşte Parîsê
Sibat 16, 2023 0
Serok Nêçîrvan Barzanî serdana Silêmaniyê dike
Mijdar 26, 2019 0
Amerîkayê li ser şerê HSDyê û komên çekdar daxuyanî da
Berfanbar 11, 2024 0
Mustafa Uzun: Mem Ararat, muzîka kurdî û wijdanê hunermendên kurd
Tîrmeh 14, 2026 0
Nûçeyên Pêşnîyarkirî
Pirtûka Kurdî li ser Trendyolê ducare dest bi firotinê kir
Tîrmeh 25, 2026 0
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê
Tîrmeh 25, 2026 0
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî gihîşt Şamê
Tîrmeh 25, 2026 0
Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin
Tîrmeh 25, 2026 0
Trump: Em bi Îranê re di nava danûstandinan de ne
Tîrmeh 25, 2026 0
Li Siwêregê qezaya trafîkê: 3 mirî
Tîrmeh 24, 2026 0
Îraq û Îranê peymanek û 3 lihevtêgihîştin îmze kirin
Tîrmeh 24, 2026 0
Îranê hişyarî da Brîtanyayê: Baregehên we dê bibin armanca me
Tîrmeh 24, 2026 0
Amerîkayê li Îranê li 20 bajaran xist
Tîrmeh 24, 2026 0
Lı Wanê Dı Derbarê Peymana Lozanê de Semîner
Tîrmeh 23, 2026 0