ENKSê nûneriya xwe li Berlîna Almanyayê vekir

Hat ragihandin ku nûneriya fermî ya Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li paytexta Almanya Berlînê hat vekirin.

10 Adar 2017 - 03:19
10 Adar 2017 - 03:19
 0
ENKSê nûneriya xwe li Berlîna Almanyayê vekir

Li gorî zanyariyên berdest, ENKSê bi amadebûna Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa Dilşad Barzanî û berpirsê karûbarên Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Almanya de Navîn Andryas Kruger û Nûnerê Balyozxaneya Amerîka li Berlînê nûneriya ENKSê li Berlînê hat vekirin.

Herwiha Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ku di wê merasîmê de amade bû ji malpera fermî ya PDKê re ragihand ev yek pêngaveke pir mezine di warê dîplomasiya ENKSê de ku me nizanîbû dê wisa pêşwazî li me bê kirin. Li ser hewlên me bo civakeke demokrat, destxweşî li me hat kirin."

Hêjayî gotinê ye ku Serokê ENKSê Îbrahim Biro hefteya borî bi vexwendineke fermî çûbû Amerîkayê û bi rayedarên wir re ji bo mijara rojava dan û standin kiribûn.

Ev nûçe bi tevahî 1524 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:19:08