Enqerê serdana Serokê Parlamentoya Swêdê bo Tirkiyê betal kir

Biryar bû, Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen vê mehê serdana Enqerê bike.

13 Çile 2023 - 03:46
13 Çile 2023 - 03:46
 0
Enqerê serdana Serokê Parlamentoya Swêdê bo Tirkiyê betal kir

Enqerê serdana çaverêkirî ya Serokê Parlamentoya Swêdê bo welatê Tirkiyê, betal kir.

Biryar bû, Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen vê mehê serdana Enqerê bike.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop wek helwestek li dijî Swêdê, biryar da ku serdana Serokê Parlamentoya Swêdê Andreas Norlen betal bike.

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, “wek bersivek ji bo reftara PKKê ya li hember Recep Tayyip Erdogan û Tirkiyê ya li Swêdê, serdana 17ê vê mehê ya Serokê Parlamentoya Swêdê bo Tirkiyê hat betalkirin.

Ev nûçe bi tevahî 649 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:46:28