Erdhejek li Rojhilatê çêbû

Li çend navçeyên sînorî li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, erdhejek çêbû û di encamê de, li Kirmaşanê du kesan canê xwe jidest dan û bêtirî 240 kesên din jî birîndar bûn.

26 Tebax 2018 - 03:25
26 Tebax 2018 - 03:25
 0
Erdhejek li Rojhilatê çêbû

Li gorî medya Îranî, hêza wê erdhejê li gorî pîvana Rexter, 5.9 bû û navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê li gel Herêma Kurdistanê û heya Iraqê li xwe girtiye û navenda wê jî parêzgeha Kirmaşan bû.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Tesnîm a Îranî ragihand, ku demjimêr 2:43 xulekê sibeha îro erdhej çêbû û piraniya qurbaniyan ser bi bajarokê Taze Abad in ê ser bi Kirmaşanê ve ye.

Ji bilî Kirmanşanê, li navçeyên Helebçe, Derbendîxan, Germyan, Silêmaniyê, Hewlêrê û li çend navçeyên navenda Iraqê, hest bi erdhejê hat kirin.

Navenda Hewarçûnê ya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî li Kirmaşanê ragihand, ku heya niha du kesan bi sedema erdhejê canê xwe jidest dane û bêtirî 240 kesên din jî birîndar bûne, ku piraniya birîndaran ji bajarên Ciwanro û Serpêla Zehaw in.

Li gorî jêderên xwecihî, li navçeyên Taze Awa, Dalaho û Ciwanro û gundên derdorê, karebe hatiye birrîn.

Sala derbasbûyî jî bi sedema erdhejê li parêzgeha Kirmaşanê, 530 kesan canê xwe jidest dan û heft hezar kes jî birîndar bûn.

Ev nûçe bi tevahî 1432 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:58:05