Erdogan derbarê operasyona nû de daxuyanî da; Firoke, dron û top beşdar in

Serokkomarê Tirkiyê got ku wan bersiva êrîşa li Stenbolê bi operasyona li “Bakurê Iraqê û Bakûrê Sûriyê” da.

22 Mijdar 2022 - 11:13
22 Mijdar 2022 - 11:13
 0
Erdogan derbarê operasyona nû de daxuyanî da; Firoke, dron û top beşdar in

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan di dema vekirina bendava Yusufelî de li bajarê Artvînê got ku ew dê êrîşên xwe yên li ser pêgehên PKK û YPGê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê berdewam bikin. Erdogan got, ew dê berdewam bin li ser parastina asyîşa welatê xwe û ew yek bo wan karê herî li pêş e.

Serokkomarê Tirkiyê got ku wan bersiva êrîşa li Stenbolê bi operasyona li “Bakurê Iraqê û Bakûrê Sûriyê” da.

Erdogan diyar kir ku ew nasname, cih û şopa terorîstan dizanin û baş dizanin ku kî per, çek û piştevaiyê dide “terorîstan” û wan han dide. Eerdogan dibêje dê koka wan biqedînin.

Serokkomarê Tirkiyê herwiha got, êdî ew nakevin nava lîstika guhertina pîtan, bo kesên ku navê rêkxistinan diguherin û tevî leşkerên xwe bi wan re wêneyan digrin, ew bo wan dawiya rê ye.

Erdogan bal kişande ser wê yekê ku di operasyona vê dawiyê de firoke, dron û topxaneyên wan beşdar in, weke amajeyek bi operasyona “Pence Şûr” ku 20 mijdarê bo ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye.

Ev nûçe bi tevahî 392 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:09:35