Erdogan îro serdana Mereş û Meletiyê dike

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro serdana herêmên erdhejê li parêzgeha Mereşê û Meletiyê dike.

28 Sibat 2023 - 11:15
28 Sibat 2023 - 11:15
 0
Erdogan îro serdana Mereş û Meletiyê dike

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Erdogan ji bo serdanê ji Enqerê birêketiye û berê xwe daye parêzgeha Mereşê daku serdana herêmên erdhejê bike.

Li Mereşê, Erdogan dê serdana her du navçeyên Elbistan û Avşîn bike.

Serokkomarê Tirkiyê paşê dê biçe parêzgeha Meletiyê û serdana navçeya Doganşehîr bûye.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Serokê Partiya Yekîtiya Mezin Mustafa Detîcî jî di wê serdanê de bi Erdogan re ne.

Erdogan duh jî serdana Semsûrê kiribû û li wê derê li xwe mikur hatibû ku di rojên destpêkê de hikûmetê bi awayekî bilez bo herêmên erdhejê tevnegeriyaye û ji ber wê yekê ji gel daxwaza helalkirinê kiribû.

Ev nûçe bi tevahî 930 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:43:39