Erdogan li ser Peymana 10ê Adarê axivî
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em helwesta xwe ya derbarê bicihanîna Peymana 10ê Adarê didomînin ku em bawer dikin dê aramî û yekparçebûna Sûriyeyê biparêze.”
Kabîneya Tirkiyeyê doh bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê civiya.
Erdogan piştî civînê li ser rojevê axivî û qala Peymana 10ê Adarê kir ku di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatibû îmzekirin.
“Em helwesta xwe ya derbarê Peymana 10ê Adarê didomînin”
Erdogan behsa armancên dewleta xwe kir û wiha peyivî:
"Wekî bermahiya împaratoriyekê, armancên Tirkiyeyê gelekî mezin in. Ji bo em bigihîjin armancên xwe, bi qasî navxwe li derve jî em polîtîkayeke piralî dimeşînin.
Em hewl didin bi hemû dost û birayên xwe re yên ku em heman dîrok, qeder û paşerojê parve dikin, di nav aştiyê de bijîn.
Li ser sînorên xwe yên başûr, ji Îraqê heta Sûriyeyê, em aştî, edalet, îstiqrar û pêşketina hevbeş diparêzin.
Em serkeftina bi hev re diparêzin. Em kêfxweş in ku hilbijartinên cîranê me Îraqê bê pirsgirêk pêk hatine.
Bila encamên hilbijartinê ji bo xelkê wê derê bi xêr bin. Bi hêviya Xwedê em dê ji niha û pê ve jî li gel birayên xwe bin.
Em hevdîtinên dîplomatîk ên navneteweyî yên Sûriyeyê bi kêfxweşî dişopînin. Em helwesta xwe ya derbarê bicihanîna Peymana 10ê Adarê didomînin ku em bawer dikin dê aramî û yekparçebûna Sûriyeyê biparêze.
Tirkiye amade ye ji bo ku ev mesele bi awayekî aştiyane çareser bibe her cure alîkariyê bike."
Nûvekirina herî dawî: 13:40:28