Trump: Em dê balafirên F-35 bifiroşin Erebistana Siûdî
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê balafirên F-35 bifiroşin Erebistana Siûdî.
Trump amadehiyan dike Şehzadeyê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman li Koşka Spî pêşwazî bike.
“Em dê F-35an bifiroşin wan”
Donald Trumpê ku dê sibe li Koşka Spî Mihemed bin Selman pêşwazî bike derbarê F-35an daxuyaniyek da û got:
"Ez plan dikim ku vê yekê bikim. Ew hevalbendên mezin in.
Li rewşa Îranê binêrin, li tiştên ku me ji bo tunekirina şiyanên wan ên nukleer kirine binêrin.
Belê, ez dikarim bibêjim ku em dê vê yekê bikin. Em dê F-35an bifiroşin (Siûdiyan)."
Serokê Amerîkayê di daxuyaniyên xwe yên berê de digot ku ew dikarin F-35an bifiroşin Riyadê û ew vê mijarê dinirxînin.
Di nûçeyên ku di medyaya Amerîkayê de hatibûn belavkirin de, nirxandinên wekî ku di vê pêvajoyê de hinek zehmetî hene û bi taybetî Îsraîl bi firotineke bi vî rengî ne razî ye, hatibûn parvekirin.
Nûvekirina herî dawî: 13:41:07