Erebîstana Siûdî 300 TIR alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê şand

Hat îdîakirin ku Erebîstana Siûdî ji bo Rojavayê Kurdistanê 300 TIR alîkarî şandiye.

11 Avrêl 2018 - 07:18
11 Avrêl 2018 - 07:18
 0
Erebîstana Siûdî 300 TIR alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê şand

Li parvekirinên rojnamegerekî tirkmen ê bi navê Huseyîn Bozan ên li ser medya civakî, Erebîstana Siûdî bi riya deriyê Sêmalka ku dikeve Başûr û Rojavayê Kurdistanê 300 TIR alîkarî şandiye bo Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê.

Hat ragihandin ku ew alîkarî di saetên dereng de gihişt bajarê Qamişlo.

Hat zanîn ku di wan TIRan de ambûlans û malzemeyên înşeatê hebûn. Berî niha jî hatibû îdîakirin ku Erebîstana Siûdî 60 TIR alîkarî şandiye bo Rojava.

Piştî ku Trump diyar kiribû ku ew ê ji Sûriyê derkevin, Erebîstana Siûdî bertek nîşanî vê yekê dabû û herwiha di demên dawîn de Erebîstana Siûdî eşkere dike ku divê mafên Kurdan werin naskirin.

Herwiha Erebîstana Siûdî ragihandibû ku ji bo pêşdebirina Rojava ew ê dest bi xebatan bikin.

Jibilî vê yekê hejmareke zêde ya şandên Siûdî jî serdana Qamişlo kiribûn û gotibûn ku ew baregeheke sivîl li Rojava ava bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1621 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:22:05