Şandeke Kurdistanê bi serokatiya Barzanî diçe Bexdayê
Şandeke payebilind a Herêma Kurdistanê di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de diçe serdana Bexdayê. Hat diyarkirin ku armanca serdanê guftûgokirina budceyê û çareserkirina kêşeyan e.

Li gorî Rûdawê Şêwirmendê Medyayê yê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî ragihand ku biryare di demeke nêzîk de şandeke payebilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî biçe serdana Bexdayê.
Hewramî daxuyand ku di vê serdanê de tê payîn ku pirgirêkên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de werin gotûbêjkirin û herwisa mijara budceyê were nîqaşkirin.
Piştî ku di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî di 16ê Cotmehê de êrîşê Kerkûkê navçeyên din kiribû û di navbera Hewlêr û Bexdayê de aloziyeke mezin rûdabû.
Nûvekirina herî dawî: 10:40:48