Êrîşa nîjadperest a li ser Amedsporê: 7 kes hatin binçavkirin

Parêzgeha Bursayê ragihand, di derheqê êrîşa li ser tîma Amedsporê de heft kes hatine desteserkirin û bi sê karmendên hikûmî re lêpirsîn hatiye destpêkirin.

6 Adar 2023 - 05:06
6 Adar 2023 - 05:06
 0
Êrîşa nîjadperest a li ser Amedsporê: 7 kes hatin binçavkirin

Li gor daxuyaniya Parêzgeha Bursayê li dijî kesên ku di lîstika tîmên Bursaspor û Amedsporê de êrîş û karên têkderane kirine, bi hevahengiya Serdozgeriya Komarê ya Bursayê de heft kes hatine desteserkirin û bi sê karmendên hikûmî re lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Duhî Yekşemê lîstika Bursaspor û Amesporê li stadyuma Bursaspor hebû û alîgirên Bursasporê êrîşê yarîzanên Amedsporê kiribûn.

Her wiha li cihê alîgirên Bursasporê, posterên karmendê JÎTEMê Mahmut Yildirim yê bi nasnavê "Kesk (Yeşîl)" û otomobîla "Torosa Spî" hatin vekirin, ku ew sembolên kuştî û revandiyên salên 90î yên li bajarên Kurdan bûn.

Ev nûçe bi tevahî 699 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:49:52