Êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên PDK-Îyê hat kirin
Kampa malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê (PDK-Î) ya li Koyeyê hat armanckirin.

Di 48 demjimêran de cara sêyem e ku baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê yên li Koyeyê tên armanckirin û vê carê êrişî Kampa Emîriyeyê hat kirin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî nava PDK-Îyê wergirtine, êriş îro berê sibehê saet 01:17an pêk hat û "Kampa EmîriyÊeyê" hat armanckirin.
Heman çavkaniyê amaje pê kir ku di encama êrişê de ti xisar çênebûne.
Roja sêşemê berê sibehê derdora saet 08:50î, bi dronan êrişî baregehên PDK-Îyê yên li Koyeyê hatibû kirin.
Her wiha çavkaniyeke ji nava PDK-Îyê diyar kir ku roja sêşemê beriya nîvro êrişeke din jî hatiye kirin û tê de navenda ragihandinê ya wê partiyê ya li "Kampa Azadiyê" hat armanckirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:53:17





































































































































































