Bi dron û mûşekan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat kirin
Qaymeqamê Koyeyê ragihand ku îro danê sibehê bi sê dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hatiye kirin.

Qaymeqamê Navçeya Koyeyê Tariq Heyderî ji ajansa Rûdawê re got, "Îro Sêşemê bi sê dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li sînorê navçeya me hat kirin."
Kampa Azadiyê taybet e bi malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î).
"Kesek birîndar bû"
Qaymeqamê Koyeyê diyar kir, "Di encama êrişê de kesek birîndar bûye lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e."
Şahidekî ji kampê ji ajansa Rûdawê re ragihand, "Ji bilî sê dronan, mûşekekê jî li kampê daye û ti sîstemên asmanî nekarî rê li ber êrişê bigire."
"Dron li nexweşxaneyê ket"
Çavkaniyên agahdar ji Rûdawê re tekez kir ku li gel dronan mûşek jî hatine bikaranîn.
Li gorî zanyariyan, yek ji dronan li nexweşxaneya kampê ketiye û karmendekî tenduristiyê yê nexweşxaneyê birîndar bûye.
Nûvekirina herî dawî: 12:45:57





































































































































































