Êrişî keştiyeke Tirkiyeyê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku li Deryaya Reş êrişî keştiyeke masîgiran a bi alaya Tirkiyeyê hatiye kirin.

6 Hezîran 2026 - 10:25
6 Hezîran 2026 - 10:25
 0
Êrişî keştiyeke Tirkiyeyê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Di encama êrişê de mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Tirkiyeyê, doh li rojavayê Kirimê li nêzîkî Sîvastopolê êrişî keştiya bi alaya Tirkiyeyê ya bi navê "Duru 67"ê hatiye kirin.

Di encama êrişê de keştiyê zerer dît û keştî bin av bû.

Keştiya masîgiran a bi navê "Burak Kaya" ya ku li wê herêmê bû, 5 birîndarên di keştiya binavbûyî de rizgar kirin.

Keştî ber bi Bendera Îneboluyê ve bi rê ket lê di rê de birîndarek mir.

Tîmên tenduristiyê gihîştin cihê bûyerê

Li ser agahdarkirinê, keştiya Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a bi navê "TCSG-96", saet 12:35an ji Bendera Îneboluyê bi rê ket.

Di keştiyê de tîmeke pispor a bijîşkî hebû ku ji 19 kesan pêk dihat.

Ev tîm ji 4 bijîşk, 15 xebatkarên UMKEyê û personelên din ên tenduristiyê pêk dihat.

Keştiya peywirdarkirî saet 19:20î li bakurê Herêma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Tirkiyeyê gihîşt keştiya masîgiran a bi navê "Burak Kaya"yê.

Cihê ku ew gihîştinê 115 mîlên deryayî dûrî Bendera Îneboluyê bû.

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:27:49