Rahmî Koç heqaret li jinên Kurd kir: Bertek hene

Karsaz Rahmî Koç li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de li ser jinên Kurd axivî û gotinên wî li ser torên civakî û di nava siyasetê de rastî bertekên tund hatin.
Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç, di vekirina Nexweşxaneya Amerîkî ya Îzmîrê ya li Balçovayê de henekek kir û jinên Kurd kirin armanc.
Rahmî Koç di axaftina xwe de got:
“Bijîşk guh daye derdê jina Kurd.
Dema gotiye ‘Xanimê biçe pişt perdeyê xwe rût bike’, jinikê gotiye ‘Bijîşk Beg, berê tu xwe rût bike’.”
Piştî ku gotinên Koç li ser torên civakî hatin belavkirin, gelek kesan diyar kir ku ev gotin jinên Kurd biçûk dixin û diêşînin.
Li ser Xê bi hashtaga #RahmiKoçÖzürDile (Rahmî Koç Lêborînê Bixwaze) gelek parvekirin hatin kirin û ji Koç hat xwestin ku li pêşiya raya giştî lêborînê bixwaze.
Berteka Savci Sayan
Siyasetmedar Savci Sayan li ser hesabê xwe yê tora civakî gotinên Koç rexne kirin û destnîşan kir:
“Li Îzmîrê di vekirina nexweşxaneyekê de dema ku diviyabû behsa tenduristî û bijîşkiyê bihata kirin, helwesteke ku jinên Kurd an jî dîn, ziman û nijada wê çi dibe bila bibe jinekê biçûk dixe û li ser bedena wê henekên qirêj dike, nayê qebûlkirin.”
Savci Sayan anî ziman ku divê Serokwezîrê berê Tirkiyeyê Bînalî Yildirimê ku di merasîmê de amade bû jî li ser mijarê daxuyaniyekê bide.
Wî bangî Rahmî Koç û Bînalî Yildirim kir ku ji Kurdan lêborînê bixwazin.
Daxuyaniya HUDA PARê
Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîr jî tevlî karwanê bertekan bû û li ser hesabê xwe yê tora civakî ev peyam parve kir:
“Koçê ku vê dibêje û hevalên wî yên ku bi wî dikenîn jî divê demildest lêborînê bixwazin.
Bêyî ku ez bi ti etnîsîteyê ve girêdayî bim, wekî mirovekî ez bi tundî şermezar dikim.”
Li aliyê din, Serokatiya Malbatê ya HUDA PARê jî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û eşkere kir:
“Bedena jinên Kurd ên esîl nabe malzemeyê henekên bêexlaq ên ti kesî.
Li vî welatî divê her kes bi awayekî ku rêzê li rûmeta mirovan bigire biaxive.”
Karsaz Yilmaz Uzeyîroglu jî li ser hesabê xwe yê tora civakî Rahmî Koç rexne kir û diyar kir:
“Jineke Kurd ez anîme cîhanê. Hebûna pereyên me ne sedemeke têrker e ku em bêedebiyê bikin.”
Heta niha ji aliyê Rahmî Koç ve li ser van bertekan ti daxuyanî nehatine dayîn.
Gotinên Rahmî Koç li ser torên civakî dengvedaneke berfireh çêkir.
Gelek bikarhêneran diyar kir ku ew gotinên biçûkxistinê yên li hemberî jinên Kurd nayên qebûlkirin.
Hashtaga #RahmiKoçÖzürDile ya li ser platforma Xê di demeke kurt de ket rojevê.
Di hezaran parvekirinan de ji Rahmî Koç hat xwestin ku ji jinên Kurd û gelê Kurd lêborînê bixwaze.
Bikarhêneran destnîşan kir ku gotinên bi vî rengî yên li ser nasnameyên etnîkî û jinan, cihêkariya civakî gur dikin.
Nûvekirina herî dawî: 12:32:54










































































































































































