Ewên xortên kurd tevlî Heşda Şeibî dikin dê bên girtin!

Encumena parêzgeha Kerkûkê ya Kurdistana Başûr, fermana girtina wan kesan da yên ku berê xortên kurd didin nav refên Heşda Şeibî.

5 Çile 2017 - 06:27
5 Çile 2017 - 06:27
 0
Ewên xortên kurd tevlî Heşda Şeibî dikin dê bên girtin!

Heşda Şeibî dixwaze li Kerkûkê tabûreke xortên kurd pêk bîne lê rêveberiya parêzgehê rê nade vê yekê.

Li gorî agahiyên BasNewsê, beşek ji wan xortên kurd ên ku dixwastin tevlî Heşda Şeibî bibîn, poşman bûne û dibêjin, piştî ku me zanî niyeta Heşda Şeibî xirab e, em poşman bûn.

Berpirsê lêjneya asayişê ya encumena Kerkûkê jî ragihand, ewên ku berê xortên kurd didin nav refên Heşda Şeibî dê bên girtin.

Tê gotin ku Heşda Şeibî derdora 1900 çekdar kom kiriye û li nêzîkî bajarokê Xurmatû bicîh kiriye.

Fermandeyê wê hêza Heşda Şeibî, ku tevahiya çekdarên wê kurd in dibêje, ewê tevlî şerê azadkirina bajarê Hewîce li başûrê Kerkûkê bibin. Li gorî wî fermandeyê kurd ê Heşda Şeibî, Pêşmerge tevlî wî şerî nabe.

Ev nûçe bi tevahî 1834 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:52:31