Fermandarê pilebilind ya Heşdî şabî hat kuştin!

Mirina fermandarê pilebilind ya Heşdî Şabî Ahmed Emîr Mehdî hat ragihandin.

25 Mijdar 2017 - 09:49
25 Mijdar 2017 - 09:49
 0
Fermandarê pilebilind ya Heşdî şabî hat kuştin!

Heşda Şeibî ku ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin li malpera xwe belav kir, berpirsê tîma endezyariya leşkerî Ehmed Emîr Mihdî di erkekî leşkerî de li beyabana rojavayê Iraqê hate kuştin.

Heşda Şeibî ji bilî nûçeya kuştina wî fermandarî, ti hûrgiliyên derbarê çawaniya kuştina wî de belav nekiriye.

Tevî ti navçeyek li Iraqê di destê DAIŞ'ê de nemaye, niha hêzên Iraqî û Heşda Şeibî li navçeyên Cezîre ya dikeve di navbera her sê parêzgehan Enbar, Neynewa û Selahdîn dest bi hilmetekê kirine.

Ev nûçe bi tevahî 1682 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:55:52