Parlementerekî Iraqî merca destpêkirina diyalogê eşkere kir!

Parlemantarekî Iraqî ragihand, heya Herêma Kurdistanê referandûma serxwebûnê hilneweşîne, guftûgoyên Hewlêr û Bexdayê dest pê nakin.

25 Mijdar 2017 - 08:12
25 Mijdar 2017 - 08:12
 0
Parlementerekî Iraqî merca destpêkirina diyalogê eşkere kir!

Parlemantarê Dewleta Yasa di parlemantoya Iraqê de Mihemed Sehyod ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî red kir pêşwaziyê li şanda Herêma Kurdistanê bike.

Got jî, Heyder Ebadî hilweşandina referandûma serxwebûnê û radestkirina firokxane û deriyên sînorî wek merc daneye pêş destpêkirina guftûgoyan ligel Herêma Kurdistanê.

Wî parlemanterî gotiye jî, heta niha Herêma Kurdistanê li hilweşandina referanûmê mukir nehatiye.

Hefteya bûrî, Dadgeha Federalî ya Iraqê encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê bi nedestûrî binav kir.

Ev nûçe bi tevahî 1637 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:52:38