Festîvala Fîlman a Kobanî dest bi wergirtina fîlman kir

Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî hat ragihandin û roja dawiyê ya wergirtina Fîlman, roja 1ê Tîrmeha 2023yan e.

2 Gulan 2023 - 15:28
2 Gulan 2023 - 15:28
 0
Festîvala Fîlman a Kobanî dest bi wergirtina fîlman kir

Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî ji duh Duşemê ve dest bi wergirtina fîlman kiriye û wergirtina fîlman heta roja 1ê Tîrmeha 2023yan berdewam dike.

Festîval dê îsal di navbera 09 -10ê Îlonê dest pê bike û dê di festîvalê de xelat werin pêşkêşkirin.

Li gor malpara Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî, filmên ku di navbera 2020 û 2023yan hatine berhamanîn tên pejirandin.

Berpirsê Peywendî û ragihandinê yê Çaremîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Kobanî Mistefa Zêdan ji Rûdawê re diyar kir ku wan dixwest îsal li Kurdistanê festîvalê saz bikin, lê derfeta wan çênebûye.

Ev nûçe bi tevahî 1111 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:24:10