Fransa: Em kurdan tenê nahêlin

Konsolosê Fransa yê li Hewlêrê Domînîk Mass serdana Wezîrê Derve yê Fransayê bo Kurdistanê nirxand û ragihand ku Parîs kurdan tenê nahêle.

14 Sibat 2018 - 05:31
14 Sibat 2018 - 05:31
 0
Fransa: Em kurdan tenê nahêlin

Konsolosê Fransa yê li Hewlêrê Domînîk Mass serdana Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian bo Kurdistanê nirxand û got: "Em rêzê ji mafê kurdan re digrin û em wan tenê nahêlin."

Domînîk Mass di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ji bo spasiya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ya dijî şerê DAIŞê bike serdana Hewlêrê kir. Yek ji sedema serdanê jî çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê ye."

Mass di dirêjiya axaftina xwe de got: "Fransa ji bo pirsgirêka dualî bi diyalogê çareser bibe din ava hewldanê de ye. Fransa di sazkirina aştî û aramiya Irak, Kurdistan û herêmê de wê hemû berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Ev nûçe bi tevahî 1706 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:30:38