Fransa: Ne tenê çiya dostên Kurdan e...

Kunsulê giştî yê Firensa li Herêma Kurdistanê Dominique Mas di daxuyaniyekî xwe de dibêje ku ne tenê çiya dostên Kurdan e.

6 Berfanbar 2017 - 03:38
6 Berfanbar 2017 - 03:38
 0
Fransa: Ne tenê çiya dostên Kurdan e...

Kunsulê giştî yê Firensa li Herêma Kurdistanê Dominique Mas di daxuyaniyeke ya li gel K24'ê re ragihand, ku ne tenê çiya dostên Kurdan e, ji ber ku Firensa jî dosta Kurdan e û daxwaz dike di zûtirîn dem de, kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi diyalogê bên çarekirin.

Dominique Mas got: "Girtina firîngehên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, ne tenê kêşe ji xelkê Kurdistanê re çêkiriye, lê ji bo xelkên biyanî jî pirsgirêk çêkiriye û daxwaz kir ku firîngehên Herêma Kurdistanê bên vekirin."

Ev nûçe bi tevahî 1670 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:49:26