Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir
Serokê Herêma Kurdistanê şeva borî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re bi rêya telefonê axivî.

Wezîrê Fransayê "hevsozî û piştevaniya" welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dubare kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku derengiya şeva borî Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daniye.
Li gorî daxuyaniyê, di wê pêwendiyê de Wezîrê Karên Derve yê Fransayê hevsozî û piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê, li hemberî wan êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, dubare kir.
Her du aliyan rûdanên berdewam ên li herêmê û asoyên çareserkirina pirsgirêkan nirxandin.
Her wiha ew li ser berdewamiya hevahengiya nêzîk a di navbera her du aliyan de ji bo parastina aramî û seqamgiriyê hevnêrîn bûn.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola Fransa û civaka navneteweyî ya di aramkirina aloziyan û dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer de kir.
Nûvekirina herî dawî: 13:04:44




































































































































































